Ji ber vê çendê şefqeta wî vediguhere dilşahiyê. Hem li paş hemû wan aferîdeyên delal yên dûçarê zewal û fenayê dibin de nexş, spehîkirin, sen’et, xemilandin, qencî û tenwîreke daîmî dibîne ku ew jî cemaleke munezzeh û husneke muqeddes li mirovî dide hîskirin. Ew wê zewal û fenayê wek nûkirineke bo zêdekirina spehîtahiyê û nûkirina lezzetê û pêşandana sen’etî dibîne û lezzeta wî û şewqa wî heyreta wî zêde dike.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî