Ya sisêyan: Îbnî Mace xeber dide ku derdanek ji ava zemzemê tije anîn ba Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam. Hinekî xist devê xwe; berda qoweyê. Derdanê avê bêhneke mîna miskê da. 1
Ya çaran: Îmamê Ehmed Îbnî Henbel xeber dide ku ji bîrekê, qoweyek av derxistin. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ava devê xwe berda zikê wê û berda bîrê. Piştre êdî bêhneke mîna bêhna miskê jê dihat. 2
Ya pêncan: Hemmad Ibnî Seleme ku ji Rîcalullahan e û mûtemed û meqbûlê Îmamê Muslîm û alimên mexrîbê ye, xeber dide ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, tûlûyekî çermîn tije kiriye av pif kiriye devê wê û dua kiriye. Girêda(ye) û da(ye) destê sehabiyan weha gotiye: “Devê wê venekin! Tenê gava we destnimêj girt vekin.” Ew çûne, wextê ku dê destnimêjê bigrin, devê wê vekirine. Bala xwe dayêne ku heta ber devî şîrekî xalis e û li serê devê wê jî to heye. 3
Ha van pênd cuz-an, hin îmamên navdar û hin jî îmamên muhîm neqil dikin. Ev û yên tevî wan ên ku li vê derê nehatin neqilkirin hemû, teheqqûqa mucîzeyeke mutleq a mîna tewatura me’newî nîşan didin.
Mînaka Heştan: Mîsal û cuz-iyên wan bizinên bêşîr û stewr ku bi mesih û duaya Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ku destê xwe yê mubarek bi wan xistiye û dua kiriye û ew bizin bûne bi şîr û hem zaf bi şîr bûne gelek in. Em, tenê sê-çar mîsalên navdar û qet’î, ji bo nimûneyê zikir dikin:
Ya yekê: Hemû kitêbên mûteber ên ehlê siyerê xeber didin ku gava Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, tevî Ebû Bekir-is- Siddîq hicret(koç) dikin, hatine mala (xaniyê) Umm-u Me’bed ku jê re Etîket Bint-il Huzeiyye tê gotin. Bizineke (heta bibêjî bes) zaf qels û stewr li wê derê hebû(ye). Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ji Umm-u Me’bed re ferman kir(iye): “Di vê de şîr tune gelo?” Umm-u Me’bed gotiye ku: “Di wicûda vê de xwîn tune; ka dê çawan şîr bide?”