Ango “Şerefa me derket esmanan; em dixwazin hê derkevin raserî wê derê!” Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, bi rengê mulatefeyê lê ferman kir:
اِلٰى اَيْنَ يَۤا اَبَا لَيْلٰى
got.
اِلَى الْجَنَّةِ يَا رَسُولَ اللّٰهِ
Ango Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, weke latîfeyekê got: “Tu di helbesta xwe de kê derê dixwazî ku ji esmanan wî aliyê din niyet dikî?” Nabîxa got: “Em dixwazin ku di raserî esmanan de biçin cennetê.” Peyre helbesteke xwe ya din a watedar xwend. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, dua kir.
لاَ يَفْضُضِ اللّٰهُ فَاكَ
Ango “Bila devê te xira nebe.” Ha ji ber bereketa wê duaya Nebewî, ew Nabîxa, di sed û bîstsaliya xwe de, yek diranekî wê noqsan nebû. Hetta gava carcaran diranekî wê diket, careke din hêşîn dibû. 1 Hem –bi neqla sehîh- ji Îmamê Elî re dua kiriye ku:
اَللّٰهُمَّ اكْفِهِ الْحَرَّ وَالْقَرَّ
Ango “Ya Reb! Zehmetiya serma û germê nîşanî wî nede.” Eve bi bereketa vê duayê, Îmamê Elî, zivistanê kincên havînê; havînê jî kincên zivistanê li xwe dikir. Digot ku “Ez bi xêra wê duayê, tu zehmetê tu serma û germê nakşînim.” 2
Hem ji qîza xwe ya Fatmayê re dua kiriye:
اَللّٰهُمَّ لاَ تُجِعْهَا
Ango “Derdê birçîtiyê nede wê.” Hezretî Fatima dibêje ku “Piştî wê duayê, min derdê birçîtiyê nedît.” 3