Zarokê pêncan: Celaleddînê Suyûtî ku gelek caran di alema yeqezeyê de, bi Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam muşerref bûye û îmamê esrê, zatekî bi navê Mubarek-ul Yemame ku bi tehrîc û teshîhê navdar e, gava hê nû tê dinyayê, anîne ba Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam berê xwe dayêye. Vî zarokî dest bi tekellumê kiriye:
اَشْهَدُ اَنَّكَ رَسُولُ اللّٰهِ
gotiye. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam gotiye “Barekellah” Ew zarok, êdî heta ku mezin bûye, nepeyiviye. Ji ber ku ew zarok bûye mezherê mucîzeya Ehmedî û duaya Nebewî ya “Barekellah” bi navê “Mubarek-ul Yemame, nav û deng daye. 1
Zarokê şeşan: Wextê ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam nimêj dike, ji ber ku zarokekî netebitî, di pêşiya nimêja wî de diçe û nimêja wî qet dike, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam gotiye
اَللّٰهُمَّ اقْطَعْ اَثَرَهُ
Piştî wê, êdî ew zarok bi rê va neçûye, wisan maye, cezayê netebitiya xwe dîtiye. 2
Zarokê heftan: Jineke bêfedî ku di tebîetê zarokan de bû ye, gava ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam nan dixwe, loqek nan xwestiye, daye. Gotiye: “Na, ez ê devê te dixwazim.” Ew jî daye. Ew jina bêheya, piştî ku wê loqê dixwe, dibe xwedî heyayeke herî mezin û li nav jinên Medîneyê, dibe jina ku herî zêde bi heya ye. 3
Ha mîna van heşt mînakan, ne heştê, belkî heşt sed mînak hene. Piraniya wan, di kitêbên siyer û hedîsan de hatine beyankirin. Belê, eger destê mubarek ê Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, mîna eczaxaneya Hekîmê Loqman û tûka wî, mîna kaniya ava heyatê ya Hezretî Xizir û nefesa wî, mîna nefesa Hezretî Îsa eleyhisselam,