Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, digel Ebû Bekir-is – Siddîq, Emer –ul Farûq û Osmanê Zînnûreyn, derketina serê Çiyayê Uhûdê. Cebelê Uhûd, an ji ber heybet û îhtîşama wan an jî ji ber kêf û dilşadiya xwe bi lerzê ket, hejiya. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kir:
اُثْبُتْ يَۤا اُحُدُ فَاِنَّمَا عَلَيْكَ نَبِىٌّ وَصِدِّيقٌ وَشَهِيدَانِ
Ev hedîs, îxabereke xeybî bû ye ku dê Hezretî Emer û Hezretî Osman şehîd bikevin. Weke tetîmmeyeke vê mînakê hatiye neqilkirin ku gava Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ji Mekkeyê hicret kir û kuffar derketin taqîba wî, ew derketin çiyayê bi navê Sebirê. Sebirê got: “Ya Resûlellah, ji ser min peya bibin. Ditirsim ku eger li ser min li we bidin, Ellah dê min bide ezabê. Ji ber wê ditirsim.” Cebelê Hîrayê gazî kir:
يَا رَسُولَ اللّٰهِ اِلَىَّ
“Were ba min.” ji ber vê sirrê ye ku ehlê dil, li ser Sebirê dikevin xewfê; li Hîrayê, xwe di ewlehiyê de dibînin.
Ji van mînakan tê derxistin ku çiyayên qerase, yek bi yek her yek jê ebdekî musteqîl e, musebbîh e û wezîfedar e. Pêxember Eleyhisselatu Wesselam nas dikin û ne serberdayî ne.
Mînaka Şeşan: Bi neqla sehîh ji Ebdullah Îbnî Emer radigihînin ku gotiye: Gava Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam li ser mînberê xutbe dixwend, gava ku ayeta
وَمَا قَدَرُوا اللّٰهَ حَقَّ قَدْرِهِ وَاْلاَرْضُ جَمِيعًا قَبْضَتُهُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ وَالسَّمٰوَاتُ مَطْوِيَّاتٌ بِيَمِينِهِ
xwend û got: