Mînaka Yekê: Ellameyê Mexrîb Hezretî Qadiyê Iyaz, di Şîfaya Şerîfa xwe de, bi senedeke ulwî û ji îmamên muhîm ên mîna xwediyê Buxarî, bi neqla sehîh radigihîne ku Xadimê Nebewî Hezretî Ibnî Mesûd dibêje: Carekê gava me li cem Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam team dixwar, me tesbîhên teaman dibihîst. 1
Mînaka Duduyan: Bi neqla sehîh, kitêbên sehîh, ji Enes û Ebû Zer radigihînin ku:
Hezretî Enes (xadimê Nebewî) gotiye ku em li ba Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam bûn. Wî, kevirên biçûk (xîçik) girt nava kefa destê xwe; di destê wî yê mubarek de dest bi tesbîhan kirin. Peyre da destê Ebû Bekir- is- Siddîq; dîsan tesbîh kirin.
Ebû Zerrê Xifarî, di terîqa xwe de dibêje ku peyre da destê Hezretî Emer, dîsan tesbîh kirin. Peyre girt, danî erdê, sekinîn. Peyre dîsa girt; da destê Hezretî Osman; dîsan dest bi tesbîhê kirin. Peyre Hezretî Enes û Hezretî Ebû Zer dibêjin ku da destê me, rawestiyan. 2
Mînaka Sisêyan: Bi neqla sehîh, ji Hezretî Elî û Hezretî Cabir û Hezretî Aîşeya Siddîqa sabit e ku çiya û keviran ji Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam re digotin
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكَ يَارَسُولَ اللّٰهِ
Hezretî Elî di terîqa xwe de dibêje ku di destpêka Nubuwwetê de, li derdora Mekkeyê, gava em digel Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam digeriyan û em rastî dar û ber dihatin, wan digot:
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكَ يَارَسُولَ اللّٰهِ
Hezretî Cabir, di terîqa xwe de dibêje ku gava Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam rastî dar û keviran dihat, jê re diçûn secdeyê. Ango serê xwe jê re ditewandin û digotin