هَلْ تَرٰى مِنْ نَخْلٍ اَوْحِجاَرَةٍ
Min got: “Belê, heye.” Emir kir û got:
اِنْطَلِقْ وَقُلْ لَهُنَّ اِنَّ رَسُولَ اللّٰهِ يَاْمُرُكُنَّ اَنْ تَاْتِينَ لِمَخْرَجِ رَسُولِ اللّٰهِ وَقُلْ لِلْحِجَارَةِ مِثْلَ ذٰلِكَ
Ango, “Ji daran re bibêje ku ji bo haceta Resûlullah bigihîjin hev. Û ji keviran re jî bibêje mîna dîwaran kom bibin.” Ez çûm, min got. Qesem dikim ku dar gihîştin hev, kevir bûn dîwar. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam piştî hacetê xwe, dîsan emir kir:
قُلْ لَهُنَّ يَفْتَرِقْن
Ez qesem dikim bi Zatê Zulcelal ê ku nefsa min di qebzeya qudreta wî de ye, dar û kevir ji hev qetiyan, çûn ciyê xwe. 1
Van her du bûyerên ku Hezretî Cabir û Usame beyan dikin, Ye’le Ibnî Murre û Geylan Ibnî Selemt-is- Seqafî û Hezretî Ibnî Mesûd, di Xezweya Huneynê de eynî radigihînin. 2
Mînaka Pêncan: Îmamê Ibnî Fewrek ku ji ber kemala îctîhad û fezla xwe, bi kînayeyî, unwana “Şafiiyê Sanî” girtiye û ellameyê esrê ye, bi awayekî qet-î radigihîne ku:
Xezweya Taîfê, wextê ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam li ser hespê bi şevê diçû, xewa wî dihat. Bi wî halê xwe, rastî dara sidreyê hat. Dar, ji bo ku rê bide wî û hespê wî tehl nebe, bû du şeq; Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, tevî heywana xwe tê de derbas bû. Heta zemanê me, ew dar, wisan li ser du lingan, di weziyeteke muhterem de ma. 3
Mînaka Şeşan: Hezretî Ye’le, di terîqa xwe de bi neqla sehîh dibêje ku: