Eve, mîna van neh mînakan, eger not mînak nîn bin jî, belkî bi not awayên rîwayetan, mucîzeyên maî ragihandine. Heft mînakên serî, mîna tewatira me’newî, qet-î ne û bi qewet in. Du mînakên paş, her çendî ew qas ne terîqên biqewet û muteeddîd in jî, rîwayetkarên wan zaf nîn in. Lê belê di mînaka heştan de, mucîzeya sehabiyane ku ji Hezretî Emer hatiye rîwayetkirin, bi mucîzeyeke din sahabiyan hatiye teyîdkirin û teqwiyekirin, di serî de Îmamê Beyheqî û Hekîm, kitêbên sehîh ji Hezretî Emer radigihînin ku:
Hezretî Emer, ji Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam duaya baranê niyaz kir. Lewra artêş pir muhtac bû. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam destê xwe hilda. Tavilê ewr civiya, baran bariya, bi qasî îhtiyacê artêşê avê da û çû. 1 Te digot qey tenê ji bo ku avê bide artêşê bûbû me-mûr; hat, li gor îhtiyacê da, çû.
Ev bûyer, çawan ku mînaka heştan teyîd û qet-î îsbat dike, wisan jî li ser vê bûyerê, muheqqîqekî mîna Ibnî Cewzî ku ellameyekî binavûdeng e û di teshîhê de zaf muşkîlpesend e, hetta ji gelek sehîhan re gotiye mewzû û qebûl nekiriye, dibêje ku “Ev bûyer, di Xezweya Navdar a Bedrê de qewimiye. 2
Ayeta kerîm a:
وَيُنَزِّلُ عَلَيْكُمْ مِنَ السَّمَۤاءِ مَۤاءً لِيُطَهِّرَكُمْ بِهِ
Wê bûyerê beyan dike û îfade dike.
Madem ayet, wê bûyerê nîşan dide, di qet-îbûna wê de guman namîne. Hem bi duaya Nebewî, ji nişkan ve, bi lezûbezî, hîna bêyî ku destê xwe dêne, hatina baranê, gelek caran dubare bûye, bi tena serê xwe mucîzeyeke mutewatir e. Hin caran li camiyê, li ser mînberê destê xwe bilind kiriye, hê beriya ku dêne bariyaye; bi tewaturê hatiye neqilkirin. 3