اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَسَلِّمْ عَلَيْهِ وَعَلٰۤى اٰلِهِ بِعَدَدِ قَطَرَاتِ الْمَۤاءِ
bibêje.
Mînaka Heftan: Di serî de Buxarî û Muslîm, kitêbên sehîh, ji Hezretî Îmran Ibnî Husayn radigihînin ku:
Îmran dibêje: Seferekê, em tevî Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam tî man. Ji min û Elî re ferman kir: “Li filan mewqiyî, jinekê du metere li heywanekê bar kiriye, diçe. Wê bigrin bînin vê derê.” Ez û Elî, bi hev re çûn; li eynî ciyî, me jinik tevî barê wê dît, anî. Peyre emir kir: “Hinek avê berdin derdanekê.” Me berdayê. Bi bereketê dua kir. Peyre me ew av berda metereyê ser wê heywanê. Ferman kir: “Bila her kes were derdana xwe dagre.” Qafîle gişt hat, derdanên xwe dagirtin, vexwarin. Peyre ferman kir: “Ji jinikê re hinek tişt amade bikin.” Pêşmalika jinikê tije kirin.