nikare derkeve dereceya ku ji deh tiliyên Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam deh muslux av herikîne. Lewra mimkun e ku ji kevirî av biherike; di nav adiyatê de nazîreyê wê tê dîtin; lê belê nazîreyê ku ji goşt û hestiyan, ava mîna kewserê, bi awayekî zafî biherike, di nav adiyatan de tune ye.
Mînaka Çaran: Di serî de Îmamê Malik, Muwette, di kitêba xwe ya muteber de, ji navdarên sehabiyan ên mîna Muaz Ibnî Cebel, radigihînin ku:
Hezretî Muaz Ibnî Cebel got ku: “Em di Xezweya Tebûkê de rastî kaniyekê hatin, mîna şirrikekê bi zorê diherikî. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kir: “Hinek av bidin hev.” Hinekî di nav çengên xwe de da hev. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam pê dest û rûyê xwe şûşt. Me av xiste kaniyê. Ji nişkan ve menfeza kaniyê vebû û bi guregurî herikî, têra artêşê gişt kir.
Hetta Îmamê Ibnî Îsheq ku rawiyek e, dibêje: “Ava wê kaniyê, mîna dengê birûskê di bin erdê de deng da û wisan herikî.” Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, li Hezretî Muaz ferman kir ku:
يُوشِكُ يَا مُعَاذُ اِنْ طَالَتْ بِكَ حَيَاةٌ اَنْ تَرٰى مَا هٰهُنٰا قَدْ مُلِئَ جِنَانًا
Ango “Ev ava mubarek ku eserê mucîzeyê ye, dê dewam bike û van deran wergerîne rez û bexçeyan; eger emre/temenê te hebe, tu dê bibînî.” 1 Û wisan bûye.
Mînaka Pêncan: Di serî de Buxarî, ji Hezretî Bera û Muslîm, ji Hezretî Selemet Ibnî Eqwa û kitêbên din ên sehîh, ji rîwayetkarên din, bi muttefîqî radigihînin ku: