Ha, li ser sirrê ku me di muqeddîmeyê de beyan kir, ev bûyera bereketê, tenê rîwayeta Semûre nîn e; belkî Semûre, mîna nûnerê wan cemaetên ku ew xwarin xwarine, li ser navê wan û tesdîqên wan îlan dike.
Mînaka Nehan: Hezretî Ebû Hureyre, bi rîwayeta mûheqqîqên mewsûq û sehîh ên mîna Şîfaya Şerîf û Ibnî Ebî Şeybeyê navdar û Teberanî, dibêje ku:
Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ji min re ferman kir: “Ji sedî zêdetir feqîrên muhacîrîn ku ji xwe re suffeya Mescîda şerîf kirine mesken, vexwîne.” Ez jî li wan geriyam û min ew civandin. Ji me hemûyan re tableyek team hat danîn. Heta ku ji me re lazim bû, me xwar û em rabûn. Ew kasik gava danîbûn wê derê çawan bû, dîsan wisan tije ma. Tenê şûna tiliyan di wî teamî de dixuya. 1
Ha, Hezretî Ebû Hureyre, mîna ku li ser tesdîqa hemû kamilên ehlê suffeyê rîwayet kiribe qet-î ye. Nexwe mîna ku temamê ehlê suffeyê ji aliyê me’newî ve rîwayet bikin, qet-î ye. Hem ka hem hîç mimkun e gava ku ew agahî ne heq û rast be, ew zatên sadiq û kamil, sukût bikin û tekzîb nekin?
Mînaka Dehan: Bi neqla sehîh a qet-î, Hezretî Îmamê Elî dibêje ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, Benî Ebdilmittelib civand. Ew çil kes bûn. Hin kesan ji wan, têjika hêştirekê dixwar û çar okiyye şîr vedixwarin. Hal ku hal e îca ji wan re bi qasî çengekê xwarin çê kir; wan hemûyan xwar, têr bûn, xwarin, weke xwe ya berê ma. Peyre, hinek şîrê ku ancax têra sê - çar mirovan dikir, di nav firaqeke darîn de anî. Hamûyan vexwar, têr bûn; mîna ku jê nehatibe vexwarin ma. 2
Ha, mucîzeyeke bereketê ku di qet-îtiya şecaet û sedaqeta Hezretî Elî de ye!
Mînaka Yazdehan: Bi neqla sehîh Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, di welîmeya Hezretî Elî û Fatîmet-uz-Zehra de, li Bilalê Hebeş ferman kir: “Bila bi qasî çar çeng arvan nan were çêkirin û bila têjikeke hêştirê were serjêkirin.”