Hezretî Cabîr dibêje: “Wê rojê, xwarin li mala min hat pijandin. Temamê hezar mirovî, ji sa’ê, ji wê gîskê xwarin, çûn. Hîna quşxaneya me tije dikele; hîna hevîrê me dibe nan. Wî, ava mubarek a devê xwe xistibû wî hevîrî û wê quşxaneyê û bi bereketê dua kiribû.” 1
Ha, Hezretî Cabîr, vê mucîzeya bereketê, di huzûra hezar zatî de, wan eleqedar nîşan dide û bi qesemê îlan dike. Nexwe mirov dikare bibêje, mîna ku hezar mirov, vê bûyerê, rîwayet bikin, wisan qet-î ye.
Mînaka Şeşan: Bi neqla sehîh a qet-î, Ebû Telhayê navdar ku pismamê xadimê Nebewî Hezretî Enes e, dibêje ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ji nanê hindik ê cehî yê ku Enes, di bin çengê xwe de anî, bi heftê heştê mirovî heta ku têr bûn da xwarin. Ferman kir got: “Wan nanên hindik parî parî bikin” û bi berektê dua kir. Ji ber mezel teng bû, deho deho hatin xwarin, têr bûn çûn. 2
Mînaka Heftan: Bi neqla sehîh a qet-î, kitêbên sehîh ên mîna Şîfaya Şerîf û Muslîm beyan dikin ku Hezretî Cabîr-ul Ensarî dibêje ku zatekî, ji Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ji bo malbata xwe team xwest. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, nîv bar ceh dayê. Êpek zeman, wî mirovî digel malbata xwe û mêvanên xwe, ji wî cehî xwarin. Dinihêrin ku qanede. Ji bo ku li kêmbûna wî binihêrin, pîvan. Peyre bereket jî rabû; dest bi kêmbûnê kir. Hat ba Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, bûyer beyan kir. Jê re bi cewabî ferman kir:
لَوْ لَمْ تَكِلْهُ لاََكَلْتُمْ مِنْهُ وَلَقَامَ بِكُمْ
ango “Eger we bi kîleyê neceribanda, heta ku hûn sax bûna, dê têra we bikira.” 3
Mînaka Heştan: Kitêbên sehîh ên mîna Tirmizî û Nesaî û Beyheqî û Şîfaya Şerîf, beyan dikin ku Hezretî Semeretebnî Cundub dibêje: “ji Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam re, kaseyek goşt hat. Ji serê sibehê heta êvarê pêl bi pêl mirov hatin, jê xwarin.” 4