Hem bi neqla sehîh, wê demê ku Besra û Bexdad tune bû ye, gotiye ku dê Besra û Bexdad çê bibe û xezîneyên dinyayê dê bikevin 1 Bexdadê û turk û milletên hêla Behra Hezarê, dê bi ereban re bikevin herbê 2 û peyre ew dê bi piranî bikevin Îslamê, ereb, dê di nav ereban de bibin hakim. Gotiye:
يُوشِكُ اَنْ يَكْثُرَ فِيكُمُ الْعَجَمُ يَاْكُلُونَ فَيْئَكُمْ وَيَضْرِبُونَ رِقَابَكُمْ
Hem ferman kiriye:
هَلاَكُ اُمَّتِى عَلٰى يَدِ اُغَيْلِمَةٍ مِنْ قُرَيْشٍ
fesada reîsên şerîr ên mîna Yezîd û Welîd ên Emewiyan ragihandiye.
Hem agahî daye ku dê li hin ciyên mîna Yemameyê, îrtîdat derkeve. 3
Hem di Xezweya Navdar a Hendekê de ferman kiriye:
اِنَّ قُرَيْشًا وَاْلاَحْزَابَ لاَ يَغْزُونِى اَبَدًا وَاَنَا اَغْزُوهُمْ
agahî daye gotiye:“Ji niha bi şûn de, ne ew; îca ez, dê êrîşî ser wan bikim.” Bi qeydeyê ku agahî daye derketiye.
Hem bi neqla sehîh, du meh beriya wefata xwe agahî daye gotiye:
اِنَّ عَبْدًا خُيِّرَ فَاخْتَارَ مَا عِنْدَ اللّٰهِ
wefata xwe ragihandiye.
Hem li ser Zeyd Ibnî Suxan ferman kiriye.