Hem ferman kiriye,
لاَ تَقُومُ السَّاعَةُ حَتَّى تَقْتَتِلَ فِئَتَانِ دَعْوَاهُمَا واَحِدَةٌ
agahî ji herba Hezretî Elî û Muawiye ya li Siffînê daye.
Hem ferman kiriye
اِنَّ عَمَّارًا تَقْتُلُهُ الْفِئَةُ الْباَغِيَةُ
gotiye “Taîfeyeke taxî, dê Emmarî qetil bike.” Peyre di herba Siffînê de hat qetilkirin. Hezretî Elî bi wî huccet nîşan da ku alîgirên Muawiye, taxî(ta€î) ne. Lê belê Muawiye tewîl kir. Emr Ibn-ul As got ku “Baxî tenê qatilên wî ne; ne em hemû ne.” 1
Hem ferman kiriye
اِنَّ الْفِتَنَ لاَ تَظْهَرُ مَادَامَ عُمَرُ حَيًّا
gotiye “Heta ku Hezretî Emer sax be, di nav we de fitne dernakevin.” Çawan agahî daye wisan derketiye.
Hem Suheyl Ibnî Emr, hîna berî ku were îmanê, dîl ketiye. Hezretî Emer ji Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam re gotiye ku “Destûrê bide, ez dê diranên vî bikşînim. Lewra wî, bi fesîhiya zimanê xwe, kuffarê Qureyşî, teşwîqî herba me dikir.” Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kiriye û gotiye,
وَعَسٰى اَنْ يَقُومَ مَقَامًا يَسُرُّكَ يَاعُمَرُ
di hingama wefata Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam de, wextê bûyera dehşet-engiz û sabir-sûz, çawan ku Hezretî Ebû Bekirê Siddîq, li Medîneya Munewwer, bi metaneteke tam her kesî tesellî (aşt) kiriye û ew sakin kiriye, eynî mîna wî, vî Suheylî, wê hengamê, li Mekkeya Mukerrem, heman mîna Ebû Bekir-is-Siddîq, teskîn û tesellî daye sehabiyan û bi fesîhiya xwe ya malûm, eynî di meala xutbeya