A diduyan: Muhebbeta bi manay îsmî ye. Ango rasterast ji wan hez dike. Bêyî ku Hezretî Pêxember Eleyhisselatu Wesselam bîne bîra xwe, qehremanî û kemaliyên Hezretî Elî û fezîletên bilind ên Hezretî Hesen û Huseyn diêne bîra xwe û hez dike. Hetta eger bi Xwedê nizanibe jî, pêxember nas neke jî, dîsan ji wan hez dike. Ev hezkirin, rê li ber hezkirina Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam û muhebbeta Cenabê Heq venake. Hema gava ku îfrat çê bibe, zemm û neyartiya yên din îqtîza dike.
Ha, bi îşareta Nebewî, ji ber muhebbeta zêde ya li ser Hezretî Elî, ji Hezretî Ebû Bekir-is- Siddîq û Hezretî Emer teberrî kirine, lewra ketine xesaretê û ew muhebbeta menfî, sebaba xesaretê ye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
اِذَا مَشَوُا الْمُطَيْطَۤاءَ وَخَدَمَتْهُمْ بَنَاتُ فَارِسَ وَالرُّومِ رَدَّ اللهُ بَاْسَهُمْ بَيْنَهُمْ وَسَلَّطَ شِرَارَهُمْ عَلٰى خِيَارِهِمْ
gotiye û agahî daye ku “Kengê keçên Fars û Rûm ji we re xizmetê kirin, wê hingê dê belaya we, fitneya we bikeve nava we, herba we, dê bibe hundirîn, şerîrên we, dê bibin serokên we û dê li baş û qencên we musellet bibin. Piştî sî salî, bi qeydeyê ku agahî daye derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
وَتُفْتَحُ خَيْبَرُ عَلٰى يَدَىْ عَلِىٍّ
û gotiye “Fetha keleha Xeyberê, dê bi destê Elî be.” Bi awayekî ku pir fewqel me-mulî ye, roja diduyan, weke mucîzeyeke Nebewî, Hezretî Elî bi deriyê keleha Xeyberê girtiye, mîna mertalan bi kar aniye û piştî ku di fethê de muweffeq dibe, derî avêtiye erdê; heşt mirovên biqewet, nekariye wî deriyî ji erdê rakin. Di rîwayetekê de, çil mirovî nikaribûne rakin. 1