nubuwwetê bike û dê zalimekî xwînxwar derkeve.” Bi vî awayî li ser Muxtarê navdar ku doza nubuwwetê kiriye û Heccacê Zalim ku sed hezar mirovî kuştiye agahî daye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î gotiye,
سَتُفْتَحُ الْقُسْطَنْطِينِيَّةُ فَنِعْمَ اْلاَمِيرُ اَمِيرُهَا وَنِعْمَ الْجَيْشُ جَيْشُهَا
Dê fetha Stenbolê bi destê Îslamê be û diyar kiriye ku Hezretî Sultan Mehmed Fatîh, xwedî mertebeyeke bilind e. Bi qeydeyê ku gotiye derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye,
اِنَّ الدِّينَ لَوْكَانَ مَنُوطًا بِالثُّرَيَّا لَنَالَهُ رِجَالٌ مِنْ اَبْنَۤاءِ فَارِسَ
û di serî de Ebû Henîfe, îşaretî alim û weliyên ku Îran, bi awayekî bêemsal wan digihîne dike, agahdar dike.
Hem ferman kiriye gotiye
عَالِمُ قُرَيْشٍ يَمْلاَُ طِبَاقَ اْلاَرْضِ عِلْمًا
îşaretî Îmamê Şafiî dike û dide agahdarkirin.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
سَتَفْتَرِقُ اُمَّتِى ثَلاَثًا وَسَبْعِينَ فِرْقَةً اَلنَّاجِيَةُ وَاحِدَةٌ مِنْهَا قِيلَ: مَنْ هُمْ قَالَ: مَا اَنَا عَلَيْهِ وَاَصْحَابىِ
gotiye ku ummeta wî, dê li heftê û sê firqeyan belav bibe û agahî daye ku di nav wan de, firqeya naciyeya kamil, Ehlê Sunnet û Cemaetê ye.