bibêjin deha, gelo mirovekî ku bi qasî dereceya sed dahiyên e’zem, dehayeke qudsî bi xwe re bigerîne, ka xelet dibîne? Ka tenezzul dike ku agahiya xelet bide? Eger mirov li gotinên derbarê seadeta dareyn ên wî yê ku xwediyê dehayeke e’zem ku sed dereceyî ye guhdarî neke, helbet sed derece nîşana dîwanetiyê ye.
NUKTEYA ŞEŞAN A BINUKTE: Bi neqla sehîh a qet-î, ji Hezretî Fatimeyê re ferman kiriye gotiye
اَنْتِ اَوَّلُ اَهْلِ بَيْتِى لُحُوقًابىِ
Tu dê ji Alê Beyta min, beriya her kesî wefat bikî, werî bigihîjî min.” Piştî şeş mehan eynî bi qeydeyê ku gotiye bûye.
Hem ji Ebû Zerî re ferman kiriye gotiye,
سَتُخْرَجُ مِنْ هُنَا وَتعِيشُ وَحْدَكَ وَتَمُوتُ وَحْدَكَ
dê ji Medîneyê were nefîkirin û bi tenê heyata xwe derbas bike û dê bi tena serê xwe li çolekê bimre. Piştî bîst salî, bi awayê ku gotiye bûye.
Hem li mala Umm-u Herem ku meta Enes Ibnî Malik e, ji xewê rabûye; vebişiriye û ferman kiriye:
رَاَيْتُ اُمَّتِى يَغْزُونَ فِى الْبَحْرِ كَالْمُلُوكِ عَلَى اْلاَسِرَّةِ
Ummu Herem niyaz kiriye: “Dua bikin, ez jî bila bi wan re bim.” Ferman kiriye: “Tu dê bi wan re bî.” Piştî çil salî, tevî zewcê xwe ku Ûbade Ibnî Samit e, çûye fetha Qibrisê; li Qibrisê wefat kiriye, gora (mezelê) wê bûye ziyaretgeh. Çawan gotiye wisan derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
يَخْرُجُ مِنْ ثَقِيفٍ كَذَّابٌ وَمُبِير
ango “Dê yekî ji qebîleya Saqîf doza