وَيْلٌ لِلنَّاسِ مِنْكَ وَوَيْلٌ لَكَ مِنَ النَّاسِ
gotiye ku dê ew bi şecaeteke nuwaze serokatiya ummetê bike û dê marûzî êrîşên bidehşet bibe û mirov, dê ji rûyê wî, giriftarî bûyerên bidehşet bibin. Bi qeydeyê ku agahî daye derketiye.
Ebdullah Ibnî Zubeyr, di hiyama Emewiyan de, xîlafet li Mekkeyê îlan kiriye û bi qehremanî musademe kiriye. Nihayet Heccacê Zalim, bi artêşeke mezin êrîşî ser wî dike û piştî musademeyeke şedîd, ew qehremanê alîşan hatiye şehîdkirin.
Hem bi neqla sehîh a qet-î gotiye ku dê Dewleta Emewî derkeve û dê piraniya padîşahên wan zalim bin û dê di nav wan de Yezîd û Welîd hebin 1 û dê Hezretî Muawiye bibe serokê ummetê û bi fermana,
وَاِذَا مَلَكْتَ فَاَسْجِحْ
rifq û edaletê tewsiye kiriye. Û piştî Emewiyan, gotiye,
يَخْرُجُ وَلَدُ الْعَبَّاسِ بِالرَّايَاتِ السُّودِ وَيَمْلِكُونَ اَضْعَافَ مَا مَلَكُوا
û beyan kiriye ku dê Dewleta Ebbasiyan derkeve û dê maweyeke dirêj dewam bike. Bi qeydeyê ku beyan kiriye derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
وَيْلٌ لِلْعَرَبِ مِنْ شَرٍّ قَدِ اقْتَرَبَ
gotiye û behsa fitneya bidehşet a Cengiz û Hulagu kiriye û gotiye ku dê Dewleta Ereb a Abbasî xera bikin. Çawan gotiye, wisan derketiye.