زُوِيَتْ لِى َ اْلاَرْضُ فَاُرِيتُ مَشَارِقَهَا وَمَغَارِبَهَا وَسَيَبْلُغُ مُلْكُ اُمَّتِى مَا زُوِىَ لِى مِنْهَا
û gotiye “Ji rojhilat heta rojava dê bikeve destê ummeta min. Ew qas mulk neketiye destê tu ummetê.” Bi qeydê ku gotiye derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î, beriya Xezaya Bedrê ferman kiriye:
هٰذَا مَصْرَعُ اَبِى جَهْلٍ هٰذَا مَصْرَعُ عُتْبَةَ هٰذَا مَصْرَعُ اُمَيَّةَ هٰذَا مَصْرَعُ فُلاَنٍ وَفُلاَنٍ
û yek bi yek ciyê ku dê reîsên muşrîk ên Qureyşî lê bên kuştin nîşan daye û gotiye : “Ez dê bi destê xwe Ubeyy Ibnî Xelef bikujim.” 1 Çawan agahdar kiriye wisan derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î, mîna ku sehabiyên xwe yên ku li mewqiyê bi navê Mûteyê ku bi qasî mehekê dûr e, li derdora Şamê ye û di xezweya navdar de herbê dikirin bibîne ferman kiriye:
اَخَذَ الرَّايَةَ زَيْدٌ فَاُصِيبَ ثُمَّ اَخَذَهَا جَعْفَرُ فَاُصِيبَ ثُمَّ اَخَذَهَا اِبْنُ رَوَاحَةَ فَاُصِيبَ ثُمَّ اَخَذَهَا سَيْفٌ مِنْ سُيُوفِ اللّٰهِ
gotiye û yeko yeko bûyer ji sehabiyên xwe re ragihandiye. Du-sê hefteyan piştre Ye’le Ibnî Munebbîh ji meydana herbê hat;