û din, çawan ku Pêxember Eleyhisselatu Wesselam agahdar kiriye, asasên wan fikrên heftê û sê firqeyê 1 vê dawiyê derketin, dema ku ew bûyerên bifitne yên ku bingeha xwe ji wan qewman digirtin, yekî mîna Hezretî Elî ku xwedî wêrekiyeke nedîtî û nebînayî bû û xwedî feraset bû, qeweteke qewî û bihurmet a mîna Haşimî û Alê Beytê lazim bû ku li ber xwe bida. Belê xwe ragirt. Çawan ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam agahdar kiribû, “Min ji bo tenzîla Qur-anê herb kir; tu jî dê ji bo te-wîla wê herb bikî.” 2
Hem eger ne ji Hezretî Elî bû ya, îhtîmal hebû ku selteneta dunyayê, milûkên Emewiyan bi temamî ji rê derbixista. Îca ji ber ku li hemberî xwe, Hezretî Elî û Alê Beytê dîtin, ji bo ku li hember wan bikevin muwazeneyê û di çavê ehlê Îslamê de mewqiyên xwe muhefeze bikin, bivê nevê hemû reîsên Dewleta Emewî, digel ku ew bi xwe nebin jî, wer dixuyê (hebe tunebe) bi teşwîq û teswîba wan, tabi’ û alîgirên wan, bi temamê qeweta xwe hewl dan xwe ku heqîqetên Îslamê û heqîqetên îmanê û hukmên Qur-anê muhefeze û neşir bikin. Bi sed hezaran muctehîdînê muheqqîqîn û muhedddîsînê kamilîn û ewliya û esfiya gihandin. Eger ew welayet, diyanet û kemalata têra xwe biqewet a Alê Beytê li hember wan nîn bû ya, îhtîmal hebû ku mîna dawiya Ebbasiyan û Emewiyan, bi temamî ji rê derketina.
Eger were gotin: Çima xîlafeta Îslamê, li ser Alê Beyta Nebewî teqerrûr nekir? Hal ku hal e yên herî zêde layiq û musteheq ew bûn.
Bersiva Wê: Selteneta dunyayî, xapînok e. Herçî(îca) Alê Beyt e, ew bi muhefezekirina heqîqetên Îslamê û hukmên Qur-anê me-mûr bûn. Yê ku derbasî xilafet (xelîfetî) û seltenetê dibe, yan divê ku mîna nebiyan masûm be yan jî divê ku mîna Xulefeyê Raşîdîn û Emer Îbnî Ebdulezîzê Emewî û Mehdiyê Ebbasî, xwedî zuhdeke newaze ya dilî be ku neyê xapandin. Hal ku hal e, Xilafeta Dewleta Fatimî, li Misirê û Hukûmeta Muwehhîdîn a li Efrîqayê û Dewleta Sefewî ya li Îranê ku li ser navê Alê Beytê hatibûn damezrandin, nîşan didin