Hezretî Elî, ew ji heqqaniyeta wî re weke huccet nîşan daye. Hem mû’cîzeya nebewî îlan kiriye. 1
Hem Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, bi rîwayeta sehîh a Ummu Seleme û ya gelekên din agahî daye ku “Hezretî Huseyin, li Taffê ango li Kerbelayê dê were qetilkirin.” 2 Piştî pêncî salî, heman bûyera ceger(sûz)sot rûdaye û ew îxbara xeybî tesdîq kiriye.
Bi gelek caran (bi dubareyî) îxbar kiriye(agahî daye) ku “Alê beyta min, di pey min re 3
يَلْقَوْنَ قَتْلاً وَتَشْرِيدًا
ango dê tûşî qetil, bela û nefyê were.” 4 Û hinekî rave kiriye, eynî (heman) wisan derketiye.
Di vî meqamî de pirseke muhîm heye ku wiha dibêjin: Digel ku Hezretî Elî ew qas layiqî xilafetê bû û nêzê (eqrebayê) Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam bû û tevî wê cesûrî û ilmê wî yê ecêb, çima di xelîfetiyê de dernexistin pêş û çima di hiyama xîlafeta wî de Îslam, rastî gelek keşmekêşiyan hat?
Bersiva Wê: Ji alê beytê, qutbekî e’zem gotiye ku “Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, daxwaziya xîlafetiya Hezretî Elî (r.x.l) kiriye; lê belê ji xeybê, jê re hatiye ragihandin ku mûradê îlahî ne ew e. Wî jî dest ji mûradê xwe berdaye û bûye tabiê mûradê îlahî.” 5 Divê ku ji hikmetên mûradên îlahî yek jê ev be ku:
Sehabiyên ku di pey wefata Nebewî de, zêdetirîn muhtacê îttîfaq û îttîhadê bûn, eger Hezretî Elî derketa serî(bibûya pêşewa), bi şahidiya wan bûyerên ku di hiyama xîlafeta Hezretî Elî de derketin û ji ber wê helwesta bêmûmaşaa, bêperwa (bêtirs), bi zahidî, qehremanî, mustexnî û ji ber wê şecaeta wî ya ku şohretgirê alemê bû, bi awayekî qewî îhtîmal hebû, bikira ku di nav gelek zat û nava gelek qebîleyan de, demarê reqabet (hevrikiyê)ê biketa tevgerê û bibûya sedemê tefrîqeyan. Hem sirrekî bipaşxistina xîlafeta Hezretî Elî jî ev e: Ji ber ku heta mirov bibêje bes, gelek qewim ketibûn nava hev