hindik têrxwarina zafan (gelekan) û peyivîna heywan û daran û keviran.. û her yek jê, bi awayekî ji awayan, di dereceya tewatura me’newî de û ji her yek cûreyî re gelek ferdên wê yên mukerrer hene. Qismê duduyan: Ew bûyer in ku Wî ew îxbar kirine ku dê di ayendeyê de biqewimin ku Wî bi te’lîma Cenabê Heq îxbar kirine û Wî ew bi çi awayî îxbar kirine, rast derketine. Ha em jî, dê ji vî qismê dawiyê dest pê bikin û fihristeyeke îcmalî nîşan bidin. (Haşiye)
ÎŞARETA ÇARAN A BINUKTE: Ûmûrên xeybî yên ku Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, bi te’lîma Ellamulxuyûb xeber dane, nayên hed û hesabê. Ji ber ku me di Kelîmeya Bîst û Pêncan de ku li ser Î’caza Qur-anê ye, îşaretî new’ên wê kiriye û hinekî(dereceyekê) îzah(rave) û îsbat(peyitnadin) kiriye, em dê wan îxbarên xeybî yên li ser nebiyên sabiq û heqîqetên îlahî û heqîqetên kewnî û heqîqetên axretî, hewaleyî Kelîmeya Bîst û Pêncan bikin û a nika behs (a wan) nekin. Tenê em dê îşaretî çend mîsalên cuz-î bikin ku ji qismê wan îxbarên sadiq ên xeybî yên gelek zêde ne û li ser wan bûyerên piştî Wî(di pey Wî re) hatine serê Sehabî û Ehlê Beytê û ummeta Wî jî, dê li pêş mezherî wan bibe. (Û) ji bo ku ev heqîqet bi temamî were fêmkirin, em dê “Şeş Asasan” weke muqeddîmeyê beyan bikin.
Asasê Yekê: Digel ku her hal û her helwesta(tavir) Resûlê Ekrem Elyhisselatu Wesselam, dikare ji sidq û nubuwweta Wî re bibe şahid; lê belê ne lazim e ku her hal û her helwesta Wî nuwaze be. Lewra Cenabê Heq, Ew di sûretê beşerê de şandiye da ku (Ew), bi (wan) ‘emel û tevgerên xwe yên ku mirov pê (dikarin) bigihîjin seadeta dunyayî û axretî, ji mirovan re, di jiyana wan a civakî de, bibin rêber û îmam û wan sen’etên(hunerên) rebbanî û teserrufa qudreta îlahî ku di nav adiyan de nuwaze ne û her yek jê, mucîzeyên qudreta îlahî ne, nîşan bide. Eger bi fi’lên(kirinên) xwe ji beşerîtiyê derketa û nuwaze bûya, bi zatê xwe nikaribû bibûya îmam û nikaribû bi fiil, hal û helwestên xwe ders bidaya. Lê belê tenê, ji bo ku nubuwweta xwe li hember muennîdan bide îsbatkirin, mezherî karûbarên nuwaze dibû û indelhace/gava