Ha li tiliyên min binihêrin; nola kaniyeke pênc musluxî dide herikandin. Li qemerê binihêrin; bi îşareta yek tiliyeke min, dike du parçeyan. Li vê darê binihêrin; ji bo ku min tesdîq bike, tê ba min, şahidî dike. Li vî (yek) parçeyê(hindek) teamê binihêrin, digel ku ancax têra du-sê mirovan dike, ha du sed-sê sed mirovan têr dike.” û hakeza.. Bi sedan mucîzeyan weha nîşan dane.
A niha, delîlên wî yên sidqê û burhanên wî yên nubuwwetê, tenê ne munxasirê mucîzeyên wî ne; belkî, ji bo ehlê diqqetê(baldariyê) hema hema hemû hereket, fiil, hal, qewl, exlaq, helwestên wî, sîret û sûretê wî, sidq û cidditiya wî îsbat dike. Hetta ji alimên navdar ên benî Îsraîlî yên mîna Ebdullah Îbnî Selam, gelek zat, tenê bi dîtina sîmayê wî Zatê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam: “Di vî sîmayî de derew tune! Nabe ku di vî rûyî de hîle(dek) hebe!” gotine û hatine îmanê. 1
Çendan (her çendî) muheqqîqên aliman, gotine ku delîlên nubuwwetê û mucîze, bi qasî hezarî ne; lê belê bi hezarî belkî bi deh hezaran delîlên nubuwwetê hene. û bi hezarî rêyî, bi hezarî mirovên ku xwedî fikrên cihê cihê ne, nubuwweta wî zatî tesdîq kiriye. Tenê di Qur-ana Hekîm de, ji bilî çil wechê î’cazê, hezar burhanên nubuwweta Ehmedî (e.s.w.) nîşan dide.
Hem madem di new’ê beşer de nubuwwet heye. Û bi sed hezarî zatan, yên ku doza nubuwwetê kirine û mucîze nîşan dane, hatine û çûne. 2 Helbet bi qet’itiyeke ku raserî (wan zatan)hemûyan be, nubuwweta Ehmedî (e.s.w.) sabit e. Lewra ew delîl, wesif û weziyetên ku bi hemû resûlên mîna Îsa Eleyhisselam û Mûsa Eleyhisselam nebî daye gotin û ji rîsaletên wan re bûne medar û muameleyên (wan) ên li hember ummetên wan, di Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam de bi awayekî bêhtir ekmel(kamiltir), bêhtir cami’ mewcûd e. Madem illet û sebebê hukmê nubuwwetê, di Zatê Ehmedî de (e.s.w.) bêhtir mukemmel mewcûd e; helbet hukmê nubuwwetê, bi qet’itiyeke ku ji hemû nebiyan bêhtir wazih e, ji Wî re sabit e.