Madem dê bi new’ê mirovî re bipeyive, helbet dê bi mirovên ku di nav mirovan de qabilê xitabê ne û mukemmel in re bipeyive. Madem dê bi mirovên ku herî mukemmel û ku qabiliyeta wan herî bilind û exlaqê wan herî ulwî ye re û bi wan ên ku dê ji new beşerî re bibin muqteda re bipeyive, helbet dê bi Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam ku bi îttîfaqa dost û dijminan, di qabiliyeta herî bilind de ye û di exlaqê herî alî de ye û ji pêncan yekê new’ê beşerî jê re îqtîda kiriye û nîvê erdê ketiye bin hukmê Wî yê manewî û îstîqbal, bi roniya nûra ku wî ew aniye, hezar û sê sed salan ronîdar bûye û qismê nûranî yê û ehlê îmanê yê beşerî, bi awayekî mutemadî rojê pênc caran bi Wî tecdîda bîatê dike û ji Wî re duaya rehmet û seadetê dike û ji Wî re medh û muhebbetê kiriye re bipeyive û peyiviye û dê bike resûl û kiriye û dê ji new’ê beşer ê din re bike rêber û kiriye.
ÎŞARETA DUDUYAN A BINUKTE: Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam, îddîaya nubuwwetê kiriye; fermaneke mîna Qur-ana Ezîmuşşan nîşan daye û li cem ehlê tehqîqê, heta hezarî mucîzeyên bahir nîşan dane. Ew mucîze, bi heyeta xwe ya mecmûa, bi qasî wuqûya doza Nubuwwetê, wucûda wan qet’î ye. Qur-ana Hekîm ku di gelek ciyên xwe de ji kafirên herî muennîd(rikoyî), wan îsnadên sêhrê neqil dike, nîşan dide ku ew kafirên muennîd jî nikarin hebûn(wucûd) û bûyina mucîzeyan înkar bikin. Tenê, ji bo ku xwe bixapînin, -haşa- gotine “sêhr e”.
Belê, di qeweta sed tewaturî de, qet’îbûneke mucîzeyên Ehmedî (e.s.w.) heye. Îca herçî mucîze ye, ji doza Wî re, ji aliyê Xaliqê kaînatê ve, tesdîqek e; dikeve hukmê
صَدَّقْت
yê. Çawan ku tu di meclisa padîşahekî de û li daîreya nezera wî bibêjî ku “Padşêh, ez ji filan filan karî re kirime me’mûr.” Eger ji te, ji bo wê dozê delîl were xwestin û padîşah bibêje “Erê”, çawan ku te tesdîq dike, wisan jî: Eger edet û weziyeta xwe, bi iltîmasa te biguherîne, ji gotina(peyva) “Erê” zaftir bi awayekî qet’î, bêhtir pêt, doza te tesdîq dike, (heman) wisan jî, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, doz kiriye ku: “Ez, meb’ûsê (vî?) Xaliqê (vê?) kaînatê me. Delîlê min jî ev e ku: Ew dê edetê xwe yê mustemîr, bi dua û iltîmasa min re biguherîne.