Mucîzeyên Ehmedî (e.s.w.)
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمَنِ الرَّحِيم
هُوَ الَّذِۤى اَرْسَلَ رَسُولَهُ باِلْهُدٰى وَدِينِ الْحَقِّ لِيُظْهِرَهُ عَلَى الدِّينِ كُلِّهِ وَكَفٰى باللّٰهِ شَهِيدًا * مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّٰهِ
îla axir...
[Kelîmeya Nozdehan û Kelîmeya Sî û Yekê ku li ser Rîsaleta Ehmedî (e.s.w.) ne, ji ber ku Nubuwweta Muhemmedî (e.s.w.) bi delîlên qet’î îsbat kiriye, em aliyê îsbatê hewaleyî wan dikin û tenê ji wan re weke tetimmeyekê, bi “Nozdeh Îşaretên Binukte”, em dê hin lem’eyên wê heqîqeta mezin nîşan bidin.]
ÎŞARETA YEKÊ YA BINUKTE: Xwedî û muteserrifê vê kainatê, helbet bi zanetî dike û bi hikmetê teserruf dike û her aliyî dibîne tedwîr dike û bi her tiştî dizane û terbiye dike û hikmet, xaye û feydeyên ku di her tiştî de dixuyên, îrade dike û tedwîr dike. Madem yê ku dike dizane, helbet yê ku dizane dê bipeyive. Madem dê bipeyive, helbet dê bi zîşuûr û zîfikir û wan ên ku dizanin bipeyivin re bipeyive. Madem dê bi zîfikiran re bipeyive, helbet dê bi new’ê mirovî ku di nav zîşuûran de, yê herî bicem’iyet e û şuûrê wan kullî ye re bipeyive.