Va ye ji ber vê razê ye ku şahrêya mezin elbet ya Sehabe, esfiya, tabiîn, îmamê Ehlê Beytê, îmamên muctehid yên xwediyê welîtiya mezin in ku rasterast şagirtên tebeqeya yekemîn yên Qur’anê ne.
سُبْحَانَكَ لاَعِلْمَ لَنَۤا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
رَبَّنَا لاَ تُزِغْ قُلُوبَنَا بَعْدَ اِذْ هَدَيْتَنَا وَهَبْ لَنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةً اِنَّكَ اَنْتَ الْوَهَّابُ
اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَسَلِّمْ عَلٰى سَيِدِنَا مَنْ اَرْسَلْتَهُ رَحْمَةً لِلْعَالَمِينَ وَعَلٰۤى اٰلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ
GELEMŞEYA SÊYEMÎN
Gelemşeyeke girîng e ku bi (rêya) hikmet û aqilî nayê çareserkirin:
فَعَّالٌ لِمَا يُرِيدُ
كُلَّ يَوْمٍ هُوَ فِى شَاْنٍ
Pirs: Raz û hikmeta vê çalakiya (fealiyet) bêetlehî û şaşwaziyê dide ya di gerdûnê de çi ye? Ev tiştên ku holê sekin li wan nakevin çima ranawestin, her tim diçerixin û nû dibin?
Bersiv: Raveya vê hikmetê hezar rûpelan dixwaze. Nexwe em ê dest ji şîroveya wê berdin û bi kurtî di du rûpelan de bi cih bikin.
Va ye, wek çawa, kesek erkeke xwe ya fitrî yan jî erkeke civakî bike û di nava wê erkê de bi lezeke coşdar bixebite, elbet yên bala xwe bidin wî kesî dê zanibin ku du tişt wê erkê bi wî didin kirin: