bide’tê, bi rêdana rebbanî û bi înayeta îlahî belav kirine. Muwaffeqê rakirina ewrên şubheyan û serfirazê nîşandana ronahiya rastiyê bûne. Ummetê ji rewşa talî û tengiyê, ji halê înqibazê derxistine; weziyeta firehî û ferahê, rengê bast û înşirahê bexşandine.
Îcar Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî jî, eynî mîna wan selef û pêşiyên xwe, di heyata ummetê de, mîsyona tecdîdê hilgirtiye ser milê xwe û evê rêya rewnaq û rewşen rave kiriye. Çawa ku Resûlê Ekrem Eleyhîsselatu Wesselam di Hedîsa xwe de ferman kiriye “Bêguman Xwedê Teala di serê her esrekî de, muceddîdekî dişîne û pê, dînî xwe tecdid û nûjen dike.”
Piştî girtina deriyê pêxembertiyê, hereketa teceddudê, li gor merc û ihtiyacên dem û dewrê, di maneya nûhkirin û tecdîda dîn de, meqamê weraseta nubuwwetê deruhde kiriye û wezîfeya wê hildaye ser milê xwe. Her wuha Hezretî Ustad jî, di pêvajoya dîrokê de dewama evê sîlsîleya tecdîdê ye. Bedîuzzeman di zincîra zêrîn a tarîxa tefekkura Îslamê de, xeleqa hemdem pêk tîne û wuhareng musluman û bawermendan, amadeyê esra ilm û zanistê dike.
Seydayê Nûrsî, ji bo ewladê evê esra ku bi xwe re lez û bezî û sur’et aniye û her wuha mesafe kurt kirine, ji Quran û Sunnetê, rê û rêbazeke herî kin û selamet a gîhan û wesla heqîqetê derxistiye. Ev rêya han, rêyeke wusan e ku di vî zemanî herc û mercê de û di vê dewra fen û felsefeyê de, îmana teqlîdî ya ku li hemberî êrîşên bîd‘et û delaletan zû ditemire, bi ilm û îspat û bi awakî eqlî û mentiqî, digerîne îmana tehqîqî ya ku li hemberî ba û bahozên înkarê yên herî dijwar û li pêşberî artêşên şik û şubheyên herî har jî, naheje û natemire. Wuhareng ev dilopên nûrê yên ku ji asîmanê Qur’an û Sunnetê yê bilind û bala avzê dibin û dibarin, ji bo birînên manewî yên muslumanên roja îroyîn, dibin melhemeke şîfadar û tilsimeke dewadar.
Dema, me dest bi çap û weşana Kûlliyata Rîsaleyên Nûr kir, digel çapa Tirkî, çapa Kulliyatê ya bi Kurdî û Erebî û bi zimanên din jî, plan û programa me de hebû. Her çiqas heval û birayên me yên weşanxaneya Nûbiharê, hê di sala 1992 yan de, sê kitêbên Rîsaleyên piçûk ên bêrikê, bi Kurdî derxistibûn û me jî ev du sal e ku deh kitêbên Rîsaleyên piçûk ên bêrikê, bi Kurdî çapkirin; lê dîsa jî